Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lêdana bav li zarokê xwe] de;

4. Ew lêdana ku piştî li zarokên cixarevexwar tê kirin ku zarok dev ji cixarê berdidin û dest bi nimêja xwe dikin
Ji bo vê lêdanê ji welatên dur bi qefla zarokên xwe tênin ber destê bavê min

Ji bo stendina randevu jimara têkilîyê: 0535 *** ** **



12.01.2020 23:25 | tîrêj zana 21

1. Mijara ku bavê min li ser wê lîsans, lîsansa bilind, doktora û pisporî kirîye
Vê çalakîyê bi şêwazekî pisporî û pergalî pêktîne
Lêdana wî mirov dikare li ser 3 beşan binirxîne
Beşa amadeyî:
di vê beşê de berî lêdanê pêdivîyên lêdanê têne amadekirin û her wiha cihê lêdanê jî tê hilbijartin û rastkirin
Mînak : alava kû pê lêdan were kirin tê peyda kirin weke dar ,jop,xûrtum , xûrtuma tup ya ku têlên çelîk tede heye hwd.

Beşa lêdanê:
Ev beş ji bo lêdanker bi awayekî kêfxweşî û dil rehetî ,ji bo lêdanxwar jî bi awayekî êş û girî derbas dibe
Di vê beşê de lêdan ,çêr,şikandina alavan û bangên dayîkan ru didin

Beşa piştî lêdane :
Lêdanxwar di vê beşê de di dilê xwede çêra dike û dide girî û xwe ji tevî malbatê dixeyîdîne lêdanker jî li ber lêdanxwar digere û behsa sedemê lêdana wî dike
Û bi çend henekan dixwaze dilê wî bigre

Encam: ev lêdan ji bo terbîya zarokan û ji bo hêzbuna zarokan divê were kirin

Hişyarî : kesên ku nu bune bav dikarin bi berdêla dirafekî bê qîmet li kursên bavên min perwerdê bibînin



12.01.2020 14:54 ~14:59 | tîrêj zana 21