Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [vîrûsa koronayê] de;

121. Vîrûsa li amedê dîsa har bûye. Li gor nexşeya bajarên bi vîrûsê ketine li romê û bakûrê kurdistanê amed yekem bajêr e. Ji ber bilindbûna hejmara kesên tûşbûyî walîtiya bajêr, ji îro pê de derketina derva ya bê maske qedexe kiriye. Divê heçiyê derkete derve û li cihê girtî maske bidin ber devê xwe.



10.06.2020 00:16 | tîrêj zana 21

99. vÎrÛsa ku neçalakbÛna bijîşkên tirşikÊ berçav kiriye. mixabin bijÎşkên tirşikê di vê ezmûnê de di polê de man. bi qasî ku ji dest wan dihat raya giştî û tirşikvana agahdar nekirin. herwiha kesÊn dibÊjin korona derew eji baş serwext nekirin e. her çend hewl dane çend agahiyan bidin jÎ bi ya min ev agahî û hewldan kêm û lawaz mane. ji xwe derketina kesÊn ku ji vÊ vÎrÛsê bawer nakin jÎ vÊ idayÊ piştras dike.



07.04.2020 17:02 | tîrêj zana 21

93. Vîrûsa ku bûye pêlîstok bo hemû hişmendiyan. Her hişmendiyek sedema hatina vê nexweşiyê bi awayekî bi xwe ve girê dide. Bisilman dibêjin, ev nexweşî bo ceza kirin û bal kişandina xeteriyê mirovan ji aliyê xwuda ve hatiye şandin. Komunîst dibêjin, bi vê nexweşiyê, rewşa pergala kapîtalîst derketiyê holê û bi vê pergalê jiyan nameşe, divê dewletên kapîtalîst heşê xwe bi serê xwe din û li sosyalîzmê vegerin.
Wer hasil hemû hişmendî wekî ku di dîrokê de kirin e, îroj jî dîsa dixwazin kirîzên gerdûnî bikin firsend ji xwere, lê wekî ku ji kesê aqilmend re jî kifş e ku ev vîrus nexweşiyeke ji nexweşiya ye û ne cara yekem e, dihê serê gerdûnê.
Em mirov dibên qey di fezayê de tekane zîndewer in û ev hemû feza li dora me digere. Lê mixabin ne awha ye. Mirov jî cûreyek ji zîndeweran e ku li ser ruyê erdê dijî. Ev gerdûn bi milyona sal e digere û mirov jî hew tenê 60 hezar sal e li ser vê gerdûnê ne.yanê gerdûn mayinde ye , zîndewerên li ser wê diguherin. Mixabin û sed mixabin heke qira mirovan jî bê , gerdûn dê dîsa weke xwe berdewam be....



04.04.2020 23:31 | tîrêj zana 21

85. Niha li romê hejmara kesên pê ketine gihaştiye 15679 a, hejmara miriya jî bûye 277.



01.04.2020 19:56 | tîrêj zana 21

76. Bobelateke mezine ku hêj gelê me girîngiya wê fêm nekiriye. Hêj li navçeya me weke ku tiştek tune be hemu dikan, kargeh vekiri ne. Bazar bidev re ye. %80 gelheya welat çi jî bikin dê pê bikevin. Ev rastiya vê şohbê ye, lê ya gring heta ji dest mirov bê divê xwe biparêze û xwe ji der û dorê xwe xalî bike. Da ku dereng bi vê nexweşiyê bikeve. An jî xwe di nava %20 î de bihêle.Çi qa dereng pê bikevin ew qas baş e. Ji ber heke hemu kes carekî de pê bikeve pergala tendirustiyê dê neçar bimîne û bikumuşe. Û bila guh nedin vanê dibêjin simaq, biyok, hinguv hwd. Derman e. Her carê yek dertê dibêje peyamger hatiye xewna min û dermanê wê ji min re gotiye. Ese ese guh nedin van sixtekaran.



27.03.2020 23:07 | tîrêj zana 21

63. Li romê hejmara miriya gihaştiye 21 a, hejmara kesên pê ketine jî bûye 987. Li gor pispora kesên pê ketine 10 qatê vê hejmarê ye.



22.03.2020 13:12 | tîrêj zana 21

59. Vîrûsa ku bi lez û bez belav dibe.li gor agahiyên min bi dest xistine hejmara kesên pê ketine li romê gihaştiye hezara.wer dixuye dê hîn jî bêhtir bibe. Hikumat hêdî hêdî hejmarê bilind dike. Dernekevin derve, yên ciwan dibêjin bi me nagire û dertên, law ma bi we nagire îja hûnê werin malê dêbavê xwe, kal û pîrên xwe pê bixin.heşê xwe bi serê xwe din, li malika xwe rûnên.



21.03.2020 00:44 | tîrêj zana 21

50. Çiqa dibihure mirî û nexweş zêde dibin. Ya herî dawî min xwend digo 2 kes mirine ,198 jî pê ketine. Her kes ketiye hundirê xwe û dikan filan jî girtîne. Rewş ber bi nebaşiyê de dere. Ji mala xwe derneyên, haj xwe hebin.



19.03.2020 14:06 | tîrêj zana 21

44. Bûye sedema paqijiyê. Ji her derê bêhna qolanya û sabûnê tê. Hingî min destê xwe şûştibû îro min tiliya xwe danî ser mekînê, şûna tiliya min nedixwend, şûna tiliya min jê çûbû. Bi saya wê emê 3 hefta bêhna xwe bidin. De xwudê ji min û wê re mezin e.



16.03.2020 13:50 | tîrêj zana 21

34. Wezîrê tendirûstiyê yê romê mikur hat ku yek kes bi vê nexweşiyê ketiye. Ev kes hatiye karantîna kirin herwiha kesên têkiliya wan bi vî zilamî bûne jî hatine dorpêç kirin.
Îroj hemu rektorên zankoya dê demjimar 18 da bicivin bo vê vîrusê. Herwiha îroj çend zankoyên taybet jî betlane dane.niha gel dest bi xistina berdevka kirine.



11.03.2020 17:21 | tîrêj zana 21

11. (bnr: gelheya gerdûnê 7 milyar e)



31.01.2020 00:50 ~2020.03.02 12:31 | tîrêj zana 21