Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pêşeroj dê çawa be] de;

1. Mijareke ji alîyê herkesî tê meraq kirin

Di vê mijarê de dê texmînên li ser pêşerojê( mand) were nivîsarê da ku hêza galîleyê were pêşxistin

1-Piştî çend sala dê weşana tv rabe
2-Gelên gerdûnê dê ber bi yek netewbûnê ve herin
3-zarokên pêşerojê hama bêje giş dê bi îngîlîsî bizanibin
4-ji bilî çend welatên paşdemayî dê gûnd nemînin
5-nivîsên li ser pirtuka dê nemîne yên hebin jî dê weke luksekî be
6- gerdûn dê çend pîleya germtir be
7- ji ber germîyê laşê mirovan dê reştir be
8- jêkirina dara dê sucek pir giran be
9-wesayîtên bi petrolê dixebitin dê nemînin
10- xebatkarên robot dê ji mirovan bêhtir bibin
11-hêztirîn dewlet dê bibe komara gel ya çîn
12-temenê mirova dê 5-6 sal zêde bibe
13- zêdebuna gelheyê dê bisekine û ber bi kêmbûnê de here
14-mirovên li qosmosê dijîn dê hebin
15-kurdîaxêv dê pir kêm bivin da ku axaftina kurdî dê bibe luks
16-ajalên kovî dê nemînin
17-xwarinên anha(2020) dê nemînin
18-dê petrol biqede ji dêlava wê vejena kehre û vejena nukleer bê bikaranîn
19- dê îslamîyet pir kêm bibe ol hemu ber bi tûnebûnîyê ve biçin
20-hejmara bêbawera (ateîst) dê gelekî be
21- avahîyên dîrokî dê xera bibin ji bilî pîramîtên misir
22-gelek tirşikvan dê zarokên wan bi kurdî nizanibin
23-mixabin tirşikvan dê herin ber rehma xûdê
24- şerê çekdarî yê tevgera azadîya kurd dê bi dawî bibe
25-av dê pir kêm bibe dîjle dê zuha bibe
26-apo dê here ber rehma xwûdê
27-ev nivîs û tirşik dê tûne bibe ji ber şerên tund ê navbera dewletan de pêşkêşvanên google werin ruxandin



Çavkanî: çend belgefîlmên beredayî ,çend makaleyên li ser înternetê û fikrên tîrêj zana 21

Edît: rastnivîs



27.01.2020 02:27 ~2020.02.22 19:14 | tîrêj zana 21