Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [heybera golgî] de;

1. Ev endamok bi navlêken wekî Heybera Golgî, kompleksa Golgî an jî Golgî tê bi nav kirin.
Heybera Golgî di sala 1897an de ji aliyê zanyarên Îtalî camillo Golgi ve hate vedîtin. Endamoka
Golgî ji loda kîsên pehnikî(sîsterne) pêk tê. Di nav sîtoplazmaya xaneyên eukaryotiyan de ne
yek, lê bi dehan lod ên Golgî hene. Kîsikên ji retîkûlûma endoplazmî(RE) diqetin, bi kîsên
pehnikî yên heybera Golgî ve dizeliqin. Ev bêşa Golgî ku kîsikên ji RE digire nav xwe, wekî rûyê
cîs(Golgî ya cîs) tê bi nav kirin. Ji beşek heybera Golgî jî hin kîsan, kîsikên hûrik bûtik didin. Ev
beşa Golgî wekî rûyê trans(Golgî ya trans) bi nav dibe.Golgî navenda çêkirina karbohîdratan e.
Di nav xaneyê de veguhaztina lîpîd, karbohîdrad û proteîn karê RE û Golgî ye. Di nav kîsên
pehnikî(sîsterne) de hin enzîm hene bi alîkariya van enzîman guherandin(modîfî) û
nûrexistinkirina molekulên wek lîpîd, karbohîdrat û proteînan pêk tê. Di nav xaneyê de cure cur
makromolekul çê dibin van molekulan di nav heybera Golgî de tên Komkomî kirin. Golgî
molekulên komkomî bûyî berhêlî dike ku, biçin cihê ku pêdivî pê van heye



07.02.2020 16:58 ~17:25 | tîrêj zana 21