Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [navên alternatîf ji bo kurdî] de;

1. Ev mijar ji bo navê kurdî neyê bikar anîn peyvên hatine gotin dihewîne.
Hevalên tirk ku di pola min de îroj em bi hevre bûn, me li cafekî runişt û hindek suhbetê kir,ev kesan dizanin ez kurd im ,ji ber wê jî min dî dest bi pirsan kirin, weke digotin wateya heval , her bijî filan û bêvan çiye?
Lê pirsgirêk ne ev pirsên wan bû ,pirsgirêk ev bû ku xwe dibirin û tanîn ne digotin kurdî, yek ji wan digot "doğu literatürü" yê din digo "sizin oralarda" yanê "li ba we" ," di axaftinên rojhilatê romê de" filan û bêvan . Lê min bersiva wan yekî jî neda ,ez li benda navê kurdî bûm û tû kesî negot ,talî min bi awirên tuj li nêv çavê wan nihêrî û min got evî zimanê hûn behsa wê dikin navekî wê heye û ew jî kurdî ye.min dît ku tirs ket dilê wan û deng ji kesî derneket.

(bnr: hevaltiya kurd û tirka)



06.03.2020 15:55 | tîrêj zana 21