Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [peyvên kurdî yên xerzandî] de;

1. peyvÊn di ziman de tÛne ji aliyÊ zimanzana ve bi awayÊ xerizandinÊ hatine çÊkirin in. gelek ji van peyva niha di nava kurdi de cih girtine.
lÊ divÊ hÎn bÊhtir peyv werin xerizandin.ji ber peyvên di serÎ de werin bikaranÎn zÛtir di ziman de cih digre,
lÊ heke peyveke biyanÎ bikeve ziman ew peyv bi hesanÎ ji ziman dernayÊ . em vÊ mÎnakÊ di karin di zimanÊ tirkÎ de jÎ bibÎnin.
di tirkÎ de ji dÊlava peyvÊn erebÎ, farisÎ , fransizÎ di salÊn 1930 an de gelek peyv hatin xerizandin Û niha ev peyv tÊne bikaranîn
mînak " sözcük, sözlük ,öğretmen ,silgi,...." lÊ belÊ piştÎ salÊn 1980 pÊve ÊdÎ peyv hew hatine xerzandin . niha jî car caran hewl didin
peyvan saz bikin lê gel bikar nayinin ji ber ew peyvÊn berê di ziman de cih girtine.

loma jÎ divê niha em ji bo her tiştÎ peyvan saz bikin û yên hatine saz kirin jÎ em bikar bînin. mînak peyva bihÎstok peyveke kevne jÎ
kes bikar nayine ji dÊlava telefonÊ, lÊ ev peyv di hawara mÎr celadet alÎ bedirxan jÎ derbas dibe.



11.03.2020 21:37 | tîrêj zana 21