Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwê avêtina li ser agirê] de;

6. Bawerî an edeteke kevn e. Biçûkantî de li ser pozê min balûkek hebû. Ji bo jêbirina wê diya min gelek derman ji min re dît. Lê derman wê çareser nekir. Vêca me dest bi dermanê pîrik û edetê kevn kir. Yek ji wan edetan jî ev bû. Nizanim ji ku bihîstibû hat û got divê tu xwê biavêjî agir. Ez jî zêde ji tiştên awha bawer nakim lê bo dilê wê nemîne min ceriband. Rojekî dema diya min tenûr dada bû, bo nan lêxe. Min jî kulmek xwê rahiştê û avête hundirê tenûrê û ez revîm. Lewra ji min re gotibûn dema xwê di agir de teqiya divê deng neyê te. Loma jî ez revîm bo deng neyê min. Axir balûka min anha tûneye lê nizanim bi xêra vêya bû an ya tiştek din. Ji ber ku min bi dehan tişt ceriband vêca nizanim bi xêra kîjanê baş bû.



29.07.2020 21:18 | tîrêj zana 21