47. Civîna ku bi kêfxweşî derbas bû. Ez û hevalekî(mêvan bû lê xwudê hez bike ewê jî bibe tirşikvan) xwe em ji bismilê hatin civînê. Berî civînê demjimarek zû hatin û me go em herin mizgefta mezin hinekî bigerin. Em ketin hewşa mizgeftê min dî remezan xoce xelkê li dora xwe civandiye û we`za dide. Werhasil me guh lê nekir û me li mizgeftê geriya û çend wêneya kişand. Tu nebê shorbevan jî li hewşa mizgeftê li xoce guhdar dike. Nêse berî civînê nîv demjimarî em çûn xanê û me ji bo civînê cih eyar kir û em lê rûniştin. Min dî camêrek bejnzirav û maskeya ber devê wî amedspor ji pêşber de tê. Min wî naskir ku ew shorbevan e. Min destê xwe lê rakir û xêrhatin tê da. Piştî em rûniştin, min dî shorbevan dibêje " hûn jî tirşikçîne ne ûsa?".Hîn were me diaxivî, min dî yûsiv li min geriya. Ew jî ji êlihê dihat û cihê civînê nas nedikir. Ez çûm pêşiya wî û min wî anî cihê civînê. Paşê kajav û rizgarm digel hevaleke jin( mêvan) beşdar bûn. |
|
15.11.2020 23:17 |
tîrêj zana 21
|
42. Civîna ku niha bi dawî bûye. Em hemu li wesayitên xwe siwar bûn û ber bi mal de diçin. Ji bo şîrove û analîzan li bende bin* |
|
15.11.2020 18:03 |
tîrêj zana 21
|
39. Niha ez û hevalekî xwe li xanê li qata jor em rûniştine. Li benda tirşikvana ne. |
|
15.11.2020 13:46 |
tîrêj zana 21
|
35. Civîna ku ezê bi hevalekî( mêvan) xwe rebeşdar bibim e. Dema civînê roja yekşemê demjimêr 14.00( piştî nîvro 2) li xana hesen paşa dê were lidarxistin. |
|
14.11.2020 18:39 |
tîrêj zana 21
|
32. civîna ku ji bo mêrdînî tevlî nebin tu hincet nema ye. tirşik company dê wan bi wesayîta taybet bihire û bîne cihê civînê* li gor nûçeyên lezgîn dê nivîskarê rizgarm jî tevlî civîne bibe. ger bo nivîskara jî gûncaw be dema civînê em karin 1-1.5 demjimar paşde(dereng) bidin. |
|
14.11.2020 11:25 ~11:26 |
tîrêj zana 21
|
27. Civîna ku dixwazim dema wê bo herkesî gûncaw be. Lê mixabin ev yek ne pêkan e. Ger pêşniyarên hevalan tune bin, bi xêr dê roja yekşemê demjimêr 13.00an de li xana hesen paşa were li darxistin. |
|
11.11.2020 20:15 |
tîrêj zana 21
|
23. Heya niha kesên dê beşdar bibin: |
|
10.11.2020 22:46 |
tîrêj zana 21
|
20. civîna ku eşkerekirina nicka beşdarvana ne mecbûrî ye. herkes bi kêfa xwe ye. ger nivîskarek nexwaze navê xwe eşkere bike ne pirsgirêk e. ( ji xwe ezê ji axaftina wan fêm bikim bê kî kîye*) bo demjimara civînê jî ger nava rojê be çêtir e. lewra dormîşên navçe û bajaran heya 19.00eya filan heye. ger civîn bi şev be, kesên ji derûdora hatine dê li amedê bimînin. ger ji nivîskaran re jî gûncaw be, demjimêr 12.00-13.00 filan dê baş be. hem sibehê dê pir zû ranebin û hem jî dê êvarî bi wext bi mal gihên. ji bo cih jî wek hevalan gotî cihekî aram be dê baştir be. |
|
09.11.2020 11:01 |
tîrêj zana 21
|
17. Civîna ku heya niha tu jinê beşdarbûna xwe destnîşan nekiriye ye. Bi qasî ku zanim li gor kesên li vir nivîsîne, yên jin tune ne. Lê ev civîn bo beşdarbûna hemû tirşikvana vekirî ye. |
|
07.11.2020 23:06 |
tîrêj zana 21
|
13. Civîna ku divê kesên li mêrdînê jî beşdar bibin e. Wer dixuye yên dixwazin beşdar bibin ji mêrdînê gelek in. Heke ji dil bixwazin karin tev li otogarê kom bibin û bi hevre werin amedê. An yeko yeko werin jî me qebûl e. Lê civîn roja yekşemê ye û hêj ne diyar e lê wer dixuye dê demjimêrên birokî be. Bo çûn-hatina tirşikvana hêsantir be. Yanê hama bo çend demjimêra be jî vê roja dîrokî ji destnexin û werin tevlî bibin. Ji navenda mêrdîn 1,5 demjimêr û ji navçeyên wê jî 2 demjimêra filan rê heye. Ji xwe ezê jî demjimarek rê herim bo civînê. Bi min bo civîneke bi vî rengî ya ku çend salê carekî çê dibe 1-2 demjimar ne pir e. De hêj hefteyek heye, lê baş bifikirin. |
|
06.11.2020 23:06 |
tîrêj zana 21
|
7. Civîna ku bi min li xana hesen paşa çê bibe xweştir e. Hem cihek dîrokî û hem çay-qehwa wan xweş e. Demjimêr jî birokî be bi min çêtir e. Lewra êvarî kesên vegerin mala xwe hene. |
|
03.11.2020 20:46 |
tîrêj zana 21
|
4. Civîna ku bo cihê wê hêj pêşniyar nehatine. Bi min cihekî li sûrê gûncaw e. Ji xwe jibilî sûrê nizanim li amedê bigerim:( |
|
01.11.2020 21:33 |
tîrêj zana 21
|
1. civîna ku ger tirşikvan beşdar bibin, vê yekşema bê na yekşemek din dê li amedê were lidarxistin. kesên karibin beşdar bibin li vir binivîsin û bo cihê civînê pêşniyariyên wan hebin bi xêra xwe li vir binivîsin. dîrok ne teqez e. ger karê tirşikvana hebe li gor wê kare were pêşxistin an paşxistin. ji bo civînê hêj 2 hefte heye. heya wê demê amadekarî dê werin kirin. min hêvî heye ev civîn bibe weke vê 17.04.2016 civîna nivîskarên tirşikê a li stenbolê civînê û herkes pê kêfxweş û bextewar bibe. |
|
01.11.2020 16:33 |
tîrêj zana 21
|