Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îtîrafên tirşikvanan] de;

466. ciwanên rojavayî çima tev li tirşikê nabin/137978.

Dema min vê peyamê nivîsî, çend cara min jê bir û ji nûde nivîsî. Min go wê xweşiya nivîskaran neçe û gelek reşikan bistîne. Lê talî min go ezê binivîsim ji ber ku lazime hayê me teva ji vê rewşê hebe. Paşê min vê sibehê lê nihêrt ku ew peyam 8 heb çepik stendiye. Birastî pê kêfxweş bûm ku hayê nivîskarên tirşikê jî ji rastiyê heye û bi çavek baş rewşê nihêrtine. Hay ji rojava hene û bi sempatîzanî li meseleyan nanihêrin. Sihet xweş be.



01.12.2021 12:29 | tîrêj zana 21

404. Îro ji sibe de nivîsek teknîkî amade dikim bo li tirşikê bar bikim, lê piştî ewqas ked û xebat min nivîsê neeciband. Hin peyv kurdiya wan tune, hinek ji wan heya niha bi kurdî kes behsa wan nekirine, hevokên dirêj dikim nakim li kurdî nikarim wergerînim.

Wergerên dikim bê wate çêdibin, wergera ku min bi xwe kiriye, dema dixwînim bi xwe fêm nakim.
Talî ji acisî min rabû tevî jê bir û serê xwe rihet kir:/



18.11.2020 20:06 | tîrêj zana 21

394. Îro dîsa li rastiyeke civaka me rast hatim. Em çend kes li ber devê dikanê rûniştibûn. Ji xwe piştî kombûnê axaftin divê. Me jî dest bi niqaşên olî û siyasî kir. Vêca min bala xwe da wan û axaftinên wan, min ji dêlava wan fedî kir. Yanê hingî cahil bûn, bifikirin nizanibûn wîkîpediya çiye. Ev kes jî 24 demjimar bihîstok di destê wan de ne û wêneya li ser tora civakî parve dikin ha. Yanê ne kesên xwendin û nivîsandina wan tune ne û înternet li ber destê wan tune ne. Di serde jî 12 sal dibistan xwendine. Dema diaxivîn kenê min dihat vêca min nikaribû li wan guhdarî bikira.

Wer hasil em li vir dinivîsin bo ciwanek kurd were û qe ne hama çavê wî li nivîsa kurdî bikeve. Bizanibe ku vaye kurdî jî zimanê nivîsandinê ye. Lê mixabin divê em bêhtir dakevin qada û xebatên xwe di nava gel de bikin. Bi rastî netewa me ji qasî ku em difikirin bêhtir cahil maye. Hîn ji wan nizanin ku kurd têne bişaftin jî. Hayê wan jê tune ku kurdiya ew pê diaxivin ji nîvî bêhtir zimanê biyanî ye. Ew nizanin ku divê netewek bi zimanê xwe perwerde bibe û hemû pêdiviyê xwe yê fermî bi zimanê zikmakî bike. Tew yek ji wan digot " ma carna diya min li nexweşxanê bi kurdî bi bijîşk re diaxive " de were vî kerî di vî çemî re derbas bike. Wer hasil min fêm kir ku ciwanê me hîn hay ji rewşa kurda tune, doza kurda nizanin, mafê wan çi ne nizanin, serxwebûnî çiye ji çire ye nizanin.

Axir ezê mikûr bêm ku berya çend meha ferhenga şikestî di peyameke xwe de gotibû " kurd serxwebûnê naxwazin " ez jî bi dijwarî li hember derketibûm. Lê îro ez pê hay bûm ku kurd hêj nizanin serxwebûnî çiye. Ez bawerim şikestî bi gelemperî axivî bû. Lê rast gotibû.



11.07.2020 01:07 | tîrêj zana 21

372. Ez nizanim ezê ji ku destpê bikim, lê îroj min fêm kir ku heya ji dest mirov hat divê asta perwerda xwe bilind bike. Yanê mebesta min ji asta perwerdê nav û paşnavên pîşeyî an statû ye. Heya li ber navê mirov daçekên dr, prof, doç, mv filan û bêvan tune be gotina mirov pere nake. Min fêm kir an ez gihaştim wê qenaetê ku şîreta gel ya bo bikar anîna zimên kêrî tu tiştî nayê. Divê mirov hin tişta bike ku gel mecbûr bibe zimên bikar bîne.
Mînak: stranên xweş biafirîne go bila li te guhdarkin, maqaleyên zanyarî yên girîng binivîse bila ji mecbûrî bi zimanê te bixwînin. Fîlmên xweş çê bike an jî wergerîne, dûblaj bike bila temaşe bikin. Malper û sepanên kêrhatî yê pêdiviya mirov pê heye çê bike bila zimanê te bikar bînin. Pirtûkên di asta wêjeya gerdûnî de binivîse bila zimanê te bê nasîn. Di jiyana xwe ya rojane de ji kurdî pêve tu zimanî naxive, heçiyê bi te re axivî bila mecbûrî kurdî baxive.

Yanê mebest û armanca min ji van mînaka eve ku banga zûha, bê îcraet mixabin kêrî tiştekî nayê. Heçiyê derfetê wî hebe bi xwendinê xwe têbigihîjîne ji van banga an jî ji dijûn û sixêf kirina xelkê dê çêtir be. Yan na em li vêderê bi xwe lêdixin û bi xwe dilîzin. Wiha bidome emê tu carî negihêjin meqsed û mirazê xwe, pir pir piştî salàn rojekî emê van nivîsên xwe yê kevn bixwînin û gelekî hestiyar bibin û hew.....



30.04.2020 04:26 | tîrêj zana 21

369. Dema îroj min li storya nêrte ku kurdên ala dagirkera avêtinê û cejna 23 avrêlê ya ew atetirkê xwîna kurda vedixwar, ewê ku kurda kir bindest, ewê ku li dersîmê qira kurda anî, ewê ku li amedê şêx seîdê pîran dardekir, , ewê ku zimanê kurda qedexe kir, diyarî zarokê tirka kiribû pîroz dikirin. min fêm kir ku kurd ne hêja ne seriyek pîvaz jî, heyfa ewqas ciwana li serê çiyayan di wê sermê de di wê birçîbûyînê de , wî şerê giran dikin. Heyfa ewqas ciwana laşê wan di zindana de riziya. Heyfa ewqas dayika bi hêsirê çavan û ji kula zarokên xwe perîşan û jar bûn. Heyfa ew qas gundê şewitî. Heyfa ew qas nivîskarê kurd ji bo xwendin û nivîsandina kurdî çavê xwe kor kirin. Heyfa ewqas ciwana ku hama her derfetek dikeve destê wan ji bo kurda dixwazin tiştekê bikin. Lê mixabin Ew kurdên ku Ji bo çend qirûşa an jî bo bikevin karekî dewletê namûs û şerefa xwe yî tune difroşin. Ew kurdên ku zarokê xwe bi qastî asîmîle dikin û bi tirkî mezin dikin. Ew kurdên ku îroj tev serê me bûne chp hez. Ne layiqî ew qas fedakariya ne. Min ji ber kurdayetiya xwe fedî kir û min xwest ez ne kurd bû ma. Heyf û çi heyf. Pere her tiştê kurda ye. Pere pere pere.....



Nişe: min vê nivîsê bi halê hêrsbûyî nivîsandiye.



24.04.2020 00:08 | tîrêj zana 21

362. Di jiyana xwe yî rojane de nikarim bi kurdiya resen baxivim. Ne ji ber nikarim, ji ber ku kesekî min fêm bike tune ji mecbûrî tirkmancî daxivim. Mixabin, sed mixabin, hezar mixabin......



09.04.2020 11:08 | tîrêj zana 21

353. min waneyê îngilîsî bi zaravayê soranî bi tîpên erebî gûhdar dikir

(bnr: ne poşman im)



07.02.2020 19:55 | tîrêj zana 21