Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mayakovskî] de;

6. vladîmîr vladîmîrovîç mayakowskî. helbestkarê komunîst. 1893'yan de li gurcistanê ji rehma diya xwe derketye û çardê avrêla 1936'an de gulleyek kirye dilê xwe de! li rûsyayê di hêla wêjeyê de yek ji damezrênerê futurîzmê ye. tesîr li gelek helbestkarên kurd û cîhanê kirye. di helbestên wî de coş û heyecana şoreşê mîna rep repa lingê leşkerê sor xwe dide der. helbestên derbarê çîna karkeran de zindî, tîndar, kesîf e; heman demê de hin helbestên wî de melankolî heye. di helbesta bo hezkiriya xwe lîlî brîk wek nameyek nivîsîyî de lûtkeya eşqê digihîne erşê. bi dastana lenîn jî berhemek bêhempa diyarî partîya komunîst a yekitîya sovyetan dike.

ji helbesta sirûda me:

dengê lingê serhildanê, li qadan bide!
Ber jor, rêza serên şanaz!
Em ê, bi duyemîn tofana Nûh
Ji nû ve hilweşînin hemû bajarên dinê.
...
Bextewarîyê vexwe! strana xwe bistre!
bihar e li demarên me diherike
bila lê bide dil newaya şer
di sînga me de ku trambêtek sifir e.



03.03.2020 19:51 | hespêsor