Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sebra min nayê] de;

3. peyvek beramberî wê di tirkî de nîne. lê ser vê meselê bîranînek min heye.

min lîse li şirnex xwend. rojekê di navberek an jî waneyek vale de li gel çar-pênç hevalan em çûn meydanê. hevalên cigarekêş ji bufeya rex mala mamosteyan (öğretmenevi) livên cigaran kirîn da difnên xwe de bînin. dikandarê 30-35 salî got "hûn hemî telebe ne, ezê pisyarek ji we kim hey we zanî!" jixwe miletê me yê nezan û ne xwenda her tim nav bizavê de ye ku bi xwendekaran re bikevin nîqaşê. Vicê got sebra min nayê tirkî çiye. hingê em dibêjin "sıkıldım, canım sıkılıyor, bunalıyorum, sabrım gelmiyor..." ew dibêje no û dikene. Wisan li me dinêre, wisan ji xwe bawer dibêje "no" tu dibêy qey ew zimanzanê kurdî û tirkî ye. Lê manîpulatoreke çawane sebab, we l' me kir em hêvî jê bikin tu b' xwidê ka bêje. Lê me kir nekir bersiv neda. got herin bizanin bi dengê ordînaryusan. Ji vê şeva biharê ku sebra min nayê peyama min bo te kurê kerê: heger bizanî çiye binivîse!



27.03.2020 23:52 | hespêsor