Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mihemed arif cizîrî] de;

12. hozanê xemê bi keyfê distre.

metelokek heye derbarê wî û mela mistefa barzanî de ku mehme arif diçe qendîl meqerê mistefa barzanî da xwe bide pêşwaz kirin. mehme arif bi coş û heyecan e bi dîtina mele mistefa, dibêje ez mihemed arifê cizrawî, bilbilê kurdistan im. mele mistefa qet ne keyfxweş e bi dîtina wî, dibêje ew ê strana xifşê dibêje tu yî, mehme arif dibêje belê ezbenî, mele mistefa lê divegerîne: em li vê derê ji bo namûsa kurdan şer dikin tu behsa keçên kurdan dikî, ne bilbil tu qeşmerê kurdistanî.

belkî hevok rasterast ne wisa bin lê mele mistefa bertekek bi vî awayî nîşan daye û mehme arif bi lêvên şor, girî jê kêm, patka xwe dixwerîne w diçe.

dîsa li gor gotegotan di qeyda orîjînal a strana xifşê de wiha gotye:

xifşê ji paş ve kifşê



04.03.2020 20:24 | hespêsor