Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [burhan tek] de;

2. nivîskarê min pirtûka wî bi navê dûpişk xwendî. dûpişk ji çend çîrokan pêk tê. çîroka ewil tiştek kafkaesk e, tenê li ser xwesteka mêrikek sekinye ku bixwaze bibe kêzik. belam çima? ser nesekiniye. çîrokên wî piranî ji buyerên rojane pêktên, di çavdêrîya mirovan de serkeftî derketye ji ezmûnê, ji alî naveroka ramanî ve pirtûka xwe tisî hêliştye. dêrûnîya lehengan xweş rave kirye lê bi zimanek sivik û hevokên kurt. nivîskarek baş divê hewl bide hevokên dirêj û kompleks jî saz bike. li çend cihan şaşîyên mantiqî kirye, xeletîyên rêziman jî hene. gelek peyv ne di wateya xwe de nivîsye, herwiha qet xwe ji tercîha nav û lêkerên ji tirkî ketne nêv kurdî ne vedaye. evane hemî ser hev dîmenek kirêt derdixe ji pirtûkê.

nivîskar bi çîrokên bin bandora ekolên cuda de xwestye hin tiştan biceribîne. belkî ev pirtûk ji bo wî ceribandinek be bo çêkirina tarz û diyarkirina fikrek derheqê paşeroja xwe. di pevxistinê de nivîskar hêvî dide xwendevan ku dikare karên hîn serkeftî bike.



28.02.2020 21:54 ~21:58 | hespêsor