Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [seyda goyan] de;

2. xebatkarê çand û folklora kurdî ye. Stranbêj, nivîskar, derhêner û wênekêş e. Heta niha pênç pirtûkên wî derbarê stranên gelêrî û berhemên folklorîk hatine çap kirin. 25 sale serî de li gelî goyan û gelek deverên kurdistan gund bi gund digere, diçe dîwana dengbêjan, pîremêr û pîrejinan kilamên dengbêjan, stranên govendan, bêrîte, peyîzok, lorik, çîrok, serpêhatî, gotinên pêşîyan, biwêj û derheqê folklora gelêrî çi hebe berhev dike. Arşîvek mezin heye. Ew bi xwe jî dibêje wek mala ber lêhî ketî çi ber destê min dikeve ez hewl didim xelas bikim. Hevpeyvîna bi seyda goyan re:
Here lînkê

ji teorî w ontolojîya deng u newa fehm dike. dengê wî jî pentantonîk e. dengê wî resenîya dengê botan dinimîne ku olan dike, hildikêşe bilindehîyan, têkelî nav bayê zozan dibe w vedigere civatê, dilê mirov hênik dike.





gelek xebatên zêrîn kirye lê belê zêde demoralîze bûye bi dizîna keda wî. gelek kes wêne, vîdyo û dokumentên wî bê destur û bê navnîşan parve dikin.

hûn dikarin kurtemînakên arşîva wî li ser youtube, facebook û instagram bibînin.



25.02.2020 00:12 | hespêsor

1. xevotkorî çond u folkloro kurdî ya. stronbêj, nivîskor, derhêner, wênekêş a. Heto nihö pênç pirtukîn wi derborî stronîn gelêrî w berhemê folklorîk hotîn çap kirin. Eva bîstupênç sola serî da li gelî göyon duvra li gelik herêmîn kurdiston gund iv gund d' gârhit, çit dîwono dengbêjon, pîremêr u pîrejinon stronîn dengbêjî w gövendon, çêrik, bêrîte, serêlî, peyîzök, lörik, çîrok, sâpêhotî, qeseyn pêşîyon, biwêj u çi hevit derheqî folkloro gelêrî da bâhev t'kit. Arşîvik mezin heya. Ew f xwa dibêjit wey molo ketî bâ lêhî çi ba destî min kât min hewldo xelos bikim. Hevpeyvîno f seydo göyon ra:
Here lînkê
Ji teorî w ontolojîya deng u newa fehm dikit. Dengî wi f xweyj pentantonîk e. Dengî wi resenîyo dengî Botan dinimîne ku olan dikit, hildkêşit çit bilindehîyon kevit nêv boy zözon u l' civoti dzivirit, dilî mihav hênik dikit.




gelik xevotîn zêrîn kirya lê belê zêda demoralîze bîya bi dizîno kedo wi. gelik kes wêne, vîdyö w dökumentîn wi bê destur u bê novnîşon porve dikin. Mînok:




hun dê şên sâ facebook u instagram kurtemînokon ji arşîvo wi bivînin.



24.02.2020 16:13 ~23:23 | hespêsor