1. helbestkar a emrîkî. ezmanê wê ewrîn e, zimanê wê şîn e. helbestên nuwaze nivîsye. min jî hewl da helbestek wê bi jêdera tirkî, ji ingilîzî wergerînim.
---
şeva bi stêrk
Bajar ne li cih e
J' xeynî dara reş belek a hildibe w dişemite
mîna jinek
li asîmanê germ dixeniqe.
Bêdeng e bajar. Şev dikele li gel yazde stêrkan.
Ax şeva bi stêrk û têrstêrk!
Ev ew şev e
Ku dixwazim bimirim.
dilivin. hemû dijîn
heyv jî dihonije bi hesin-pirteqalîya xwe
bo zarokan bavêje, wek xwidayek, ji çavên xwe.
Marek pîr û nediyar stêrkan radiqurtîne
Ax şeva bi stêrk! şeva têrstêrk!
Ez dixwazim wiha bimirim:
Rapelikim hembêza dirrindeyê şevê
Bêm dawartin ji alî wî gewre ejderhayî ve
da biqetim ji jîna xwe, bê dews
bê reqs
bê grî.
---
The town does not exist
except where one black-haired tree slips
up like a drowned woman into the hot sky.
The town is silent. The night boils with eleven stars.
Oh starry starry night! This is how
I want to die.
It moves. They are all alive.
Even the moon bulges in its orange irons
to push children, like a god, from its eye.
The old unseen serpent swallows up the stars.
Oh starry starry night! This is how
I want to die:
into that rushing beast of the night,
sucked up by that great dragon, to split
from my life with no flag,
no belly,
no cry.
anne sexton
|