Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [orhan pamuk] de;

15. di wêjeya hemdem a tirkî de otorîte ye.

min berîya heftîyekê romana bi navê berf xwend. dema serleheng ka ji erziromê ber qersê ve diçe nivîskar bi wan teswîrên li bajarokên biçûk, hejar û sar dike hestiyariyek bi mesafe li mirov peyda dike. Belkî ji ber ku serleheng di otobusê de ye û em ber wan mal û heyatên biçûk re derbas dibin. Dema ka digihe qersê, pê l' erdê dike xwendevan jî yekser têkelî serpêhatiya wî dibe, kêmtir dibihîze. berf bênavber dibare, deng li bajêr dibire, kolanan vale dike, derî li ser bajarîyan digre. bi barîna berfê û teswîrên bajêr xwendevan dikeve nav tenahîyek kûr û kerr. berf girtina rê ye, qutbûna ji dinê ye, qerisîna zeman e, qers e.



30.03.2020 22:28 | hespêsor