Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şêx evdirehmanê axtepî] de;

7. Şêx Ebdurrehman kurê şêx hesenê nûranî ye. Ji şêxên mezin ên terîqeta neqşenbendî bû. Sala 1850 li Axtepe ya qezaya Şêr Çinara Diyarbekirê ji dayik bûye. Kitêba wî ya navdar Rewdenne`îm e ku tê de behsa çîroka Mîracê dike. Şêx Ebdurrehman Sala 1910 an her li Axtepe wefat kiriye.

Ku mirov pêşgotina Mem û Zînê û bîr û baweriyên di Rewdenne`îmê de dide berhev dibîne ku Axtepî pirr ji Xanî tesîr girtiye. Rewşa siyasî ya kurdistanê di dema Axtepî de mîna rewşa siyasî ya di dema Xanî de bû. Mîrîtiya Botanê têk çûbû û di navbera osmanîyan û qacariyan de êdî nakokiyan serî hilda bûn. Loma jî fikrên Xanî bi wê awayî tesîr li Axtepî kiriye.



16.12.2020 12:28 | yûsiv