Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [teoriya werarê] de;

31. Werar ew teorî ye ku dibêje, cureyên zindîyan bi demê re pêş dikeve û sedema şibîna cureyan jî ji ber hemû zindî ji heman pêşîyê (bavik) çêbûne. Ger mînak bidin, pêşiyên mirov û şempanzeyan heman bûn û bi demê re, ji ber sedemên xwezayî ev her du cure ji hev cuda ketine.

Yekem car ev raman, ji aliyê xwezazanê navdar ê îngilîzî charles darwinî ve di pirtûka wî ya bi navê the origin of species de hatiye vegotin. Darwin di pirtûka xwe de berfirehî behsa vê meseleyê kiriye û gotiye: Bi saya hilbijartina xwezayî cureyên ku baştir liberxwe didin, zêdetir dijîn û pêş dikevin. Cureyên ku nikarin liber xwe bidin jî yeko yeko ji dinyayê xatir dixwazin. Bi saya vê yekê jî genên me, her car bi saya hilbijartina zayendî, derbasî nijadên li pey dibin. Her wiha Darwîn balê dikşîne û dibêje bi demê re cureyek dikare biguhere û li gor cureyên xwe yên berê cuda bibe. Ev ramanên Charles Darwinî hin jî bingeha werarê ava dike.

Werara mirovan tê texmîn kirin 7 mîlyon sal berê destpê kiriye. Di vê pêvajoya werarê de taybetmendiyên mirovan, ên wek hiş û laşî her car guheriye, ketiye şiklekî nû an jî veguheriye şiklekî din. Me him taybetmendiyên nû qezenc kiriye him jî hin taybetmendiyên xwe qeyb kirine. Sedema herî sereke yên van qezenckirin û qeybkirinan jî, adaptasyona me yê li xwezayê ye.

Em mirov, bi mîlyon salan pêşketinê û bi hin jêhatîbûnên me, bi demê re, em ji zindiyên din pêşketîtir bûne û me serdestiyeke giran danîye li ser zindiyên din. Ev jehatibûnên me jî bi kurtasî ev in:
1- Bikaranîna alav û amûran.
2- Pêşxistina ziman û afirandina zimanên nû.
3- Bi saya zimanan, di nav xwe de danîna têkiliyên xurt.
4- Fikirîn û lidar xistina planan

Di derbarê werara mirovan de gelek lêkolînên zanistî hatine kirin û gelek teorîyên cuda hatine vegotin. Teorîya zêdetirîn tê qebûl kirin û teorîya zanistvan zêdetir li disekinin ew e ku pêşiyên prîmat û mirovan yek in. Ango mirov û prîmat ji heman zindiyê (hominîn) çêbûne û piştî demeke ji hev veqetiyane û li gor demê, li gor şert û mercên xwezayî xwediyê taybetmendiyên cuda bûne.

Yekem hominîn ku pêşiyên mirov û şempanzeyan in, nêzî 7 mîlyon sal berê cara yekem li Afrîkayê jidayîk bûne. Ev pêşiyên me û şempanzeyan, zêdetir dişibiya şempanzeyên îroyîn. Bi demê re, li gor şert û mercan û adaptasyona li xwezayê, cureyên homînînên nû derketin û bi pêş ketin. Di nav van cureyan herî zêde jî cureyên wekî Australopithecus, Homo habîlîs, Homo erectus, Homo heîdelbergensîs, Homo neanderthalensîs û Homo sapîens tê zanîn. Dema em yek bi yek li van cureyan dinêrin em baş dibînin ku di navbera van cureyan de cudahiyên wekî, mezinahiya mejî, çene û diranan, cudahiyên anatomîk û çêkirina alav û amûran derdikeve pêşiya.

Hemû homo (bi latînî tê wateya mirov) û pêşiyên me yên curbicur yek bi yek ji sehneya dîrokî wenda bûn lê yek tenê xwe xilas kir… Homo sapiens… Homosapiens bi saya têkiliyên di nav xwe, bi saya bikar anîna alav û amûran, bi baştir bikaranîna hişê xwe û bi adaptasyona xwe yê li xwezayê kir ku berdewamî jiyanê bikin. Bi saya van taybetmendiyên wan jî em mirovên nûjen, ala homoyan bi xwe re digerînin.

Ji pêşiyên me yên yekem ku li Afrîkayê jidayîk bûne heta mirovên nûjen nêzî 7 mîlyon sal derbas bûye. Ev pêşiyên me, li gor prîmatan baştir dikaribûn li ser piyên xwe bisekinin û bimeşin. Dibe ku ev yek di werara me de xala herî krîtîk û girîng be.

ger hûn bixwazin Di derbarê werarê de zêdetir nivîs bixwînin, çav lê Here lînkêê bixin.



18.02.2024 15:26 ~15:28 | yûsiv