Tirşik - Profîl
tirşik-profîla berijahr

profîla "berijahr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nîqaşên pîr û kalan] de;

1. Ku pîr û kal dibin her dev diavêjin hev. Ji hezkirinê ye an ji aciziyê ye nizanim.

Diya min her sibeh avê dide kulîlkan, bavê min nîvrojê tê dibêje:
Bav:Ev kulîlk ziwa bûne ka avekê bidin wan.
Dê: bela xwe ji wan veke min sibehê av daye wan.
Bav: oooohhh hûn bi kêrî kulîlkekê jî nayên!

Nîvrokî tavik dide mitfaqê, diya min xwe li ber tavikê germ dike. Bavê min jî tê li cem rûdine. Diya min dibêje: here ji ber tavika min, here li cihekî din xwe germ bike!

Diya min têra xwe qelew e. Her ji kêloyên xwe aciz e. Bavê min bangî diya min dike, dibêje: bejin ziravê ka çayeke me çêke *

Û ez: hema wilo li wan dinêrim û dibişirim.



23.05.2020 18:46 | berijahr