Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bahdînî] de;

10. devoka ku gelek di bin tesîra soraniyê de maye. li bakurê kurdistanê zimanê tirkî li ser kurdî çawa be ev jî wisa ye lê hinekî nermtir e. diviya hikûmeta herêma Kurdistanê qeşe bi her du zaravayan jî bidaya. îja nizanim qey wan karên girîngtir hene. hêvîdar im ev rewş wisa nedome çimkî dê taybetmendiyên kurmanciyê li wir wenda bibe. badînî dê ber bi soranîbûnê ve biçe.

çend cûdahî hene di navbera kurmanciya me û badîniyê de.
- qertafa kesê sêyem ê yekjimar -it, -ît, -itin, -îtin e. lê ev tenê ji bo lêkeran e. bo nimûne ew diçit, ew diparêzit, ew dikujit; lê ew dîn e, ew rind e, ew çivîk e.
- qertafa kesê yekem ê pirjimar -în e. ev ji bo navdêran jî wisa ye. bo nimûne em azad în, em dibêjîn, em radikevîn, em mirov în.
- ê û wê-ya qertafa dema bê li dîv (li ba) wan dê ye.
- ji bo dema bê lêker qertafa bi- nagire. bo nimûne 'xanî dê kevît' (xanî ê bikeve), 'rûbar dê miçiqit' (rûbar ê bimiçiqe).
-gelek peyvên mê li ba wan nêr in. nizanim ev divê wek taybetmendiyekê bê jimartin yan çewtî? bo nimûne 'demê ez hatim tu çûbûy' dem bi asayî mê ye lê li ba wan bûye nêr, wekî vê gelek peyv hene.
- di kurmanciya yekgirtî de rayeka kirinê k ye lê di badîniyê de ke ye. bo nimûne ez vedikem, tu çi dikey, ew çi diket, em çi dikeyn.
- lêkera hatinê berevajî me rast ditewînin. bo nimûne ez dihêm, tu dihêy, ew dihêt, em dihêyn.
- anîn-a me li ba wan înan e. bo nimûne 'min îna' (min anî), 'te bi kar îna' (te bi kar anî).
- yek li ba wan êk e.
- qertafa pirjimariyê -ên li ba wan -êt e. bo nimûne hevalêt min, mirovêt hêja.
niha yên hatin hişê min ev in eger hinekî din vedozim ez ê tev lê bikim.

herwiha ramana badîniyekî li ser mijara alfabeya kurdî: helbet latînî baştir e û dirusttir e, herdem geşbîn im ku rojek dê hêt elfbêya latînî dê bîte stander bo zimanê kurdî.



26.03.2021 20:42 ~2021.03.29 21:12 | keyomerd