4. kromozomên zayendî yên mêyan in. lê carinan mirovên xwedî van kromozoman jî dişên bibin nêr. genên sry (sex determining region of y, herêma zayend dîyarker a y-yê) û tdf-yê (testis determining factor, hokera dîyarker a gunî) bi asayî li ser kromozoma y-yê ne lê bi anomalîyekê translokasyona (cîguheřîn) wan diqewime û tên ser x-ê. wê demê kesên xx jî dibin nêr. ji bilî vê anomalîyê egerên din jî hene. bo nimûne dûplîkasyona (dudanebûn) gena dax1ê xy-yan dike mê, mûtasyona gena sox9ê xy-yan dike mê, dûplîkasyona sox9ê xx-an dike nêr û hwd |
|
27.02.2022 00:38 |
keyomerd
|