Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [giş] de;

1. tev, hemî, xir, giş hevwate tên hesibandin lê "giş" ji awirê tewandinê ve ji yên din cida ye. peyva gişê bi du awayan ditewe. ger em qala tiştên jimêrbar bikin dibe gişan, bo wêne:
+ ka wan şekirane.
- gişan bidim te? (çend şekir hebin qala gişan/hemîyan tê kirin)
lê ger tiştekî nejimêrbar be dibe gişî, bo wêne:
+ tirşika do maye?
- belê maye lê em ê îro gişî bixwin. (behs li ser tevahîya yek tirşikê ye)
herweha peyva hemîyê jî bi cîyê xwe yê di nav hevokê de ji yên din cida ye:
- hemî mirov tên.
- mirov giş tên.
- mirov xir tên.
- mirov tev tên.



12.04.2023 19:47 | keyomerd