Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê] de;

34. dema mirov fîlman li tirşikê zêde dike navê wan xweberê dibe almanî û em bixwe îngilîzîya wî dinivîsin. divê sîstem xweberê navê îngilîzî tomar bike wek agahîyên dî. û fragmana wî jî bi min jixwe li ser rûpela imdbyê heye bela ji wir bistîne û tev lê bike. ne hewce ye em xwe bitabînin biçin youtubeê fragmana wî bibînin. jixwe kes fîlman li tirşikê zêde nake balê bela hêsan be da ko em jê sar nabin.



13.02.2024 11:58 | keyomerd

33. dema tu pûanan didî fîlman pûanê ko te daye di wê qûtîkê de xuya nabe. carinan mirov ji bîr dike ko pûan daye fîlmî û dîsa didê lê dibîne ko berê jî dayeyê. divê di wê qûtîkê de xuya be pûanê mirovî.



10.02.2024 11:58 | keyomerd

32. dema navê mijarekê tê guhertin bnryên ko ji bo wê mijarê hatine vekirin pûç dibin. divê dema navê mijarê bê guhertin ew bnryane jî xweberê bên guhertin.



06.02.2024 00:03 | keyomerd

31. dema mirov bêhemdî çepik an reşikekê dide peyaman ladanê wê pir teşqele ye, me dîsa pê li bişkojê bikiraya û jê biçûya ê çêtir bûya. wekî dî divê xuya be heke te çepik an reşik daye peyamê an na. bo wêne ku te berê çepik dabeyê bela rengê bişkojê cida be da mirov pê bizane.



27.01.2024 16:18 | keyomerd