Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qoser] de;

24. dema xelkî digot bajařê herî kurdîpeyiv qoser e min bawer nedikir, lê niha bawer dikim. min digot eger rewşa herîkurdîpeyiv eve be hingê rewş ne ti rewş e. xuya ye beřa jî ne ti rewş e.



09.10.2021 23:01 | keyomerd

22. ji awirê rêjeya axaftina kurdî ve em dikarin qoserê bi du parçeyan lêk ve bikin. yek toki (ku nêviyê wê mamûr in) û derdora şeqama nexweşxaneya kevn (em dibêjin ca'da xesta berê/kevn) û du jî sûka qoserê û ciyên mayî. çi mamûr bên qoserê li parçeyê yekem bicî dibin, loma jî li wir tirkî pir e. lê li parçeyê duyem şêniyên kurd ên qoserê hene û li vir jî kurdî pir e. lê van deman parçeyê yekem sînorê xwe fireh dike û niha ez li sûkê jî carna zarokên tirkîaxêv dibînim. min sala borî li dersxaneyeke li parçeyê yekem xwand. her kes bi gelemperî tirkî dipeyivî, axaftina kurdî %20 wan bû. niha li dersxaneyeke li parçeyê duyem dixwînim û em heya bi mamosteyan re jî kurdî dipeyivin. hin mamosteyên tirk hene ew jî hêdî hêdî fêrî kurdî dibin. wê rojê min ji mamosteyekî tirk re got rojbaş mamoste wî jî bi tirkî got rojbaş. û tevî ku peyva mamoste li nav gelê qoserê pêde nabe jî em wek mamoste an jî xoce bang wan dikin.



11.02.2021 12:24 | keyomerd

19. bajarê ku piştî ku bi sepanên şaredariyê bikaranîna ceyrana qaçax hema bibêje bû nepêkan, gelê wî tev de dest bi bikaranîna sobeya êzingan kiriye û êdî mirov ji tûxana sobeyan naşê lê henase bigire.



31.01.2021 00:54 | keyomerd