2. Rojek bi awayekî rast li berhema kemal badilli ya bi navê "Türkçe izahlı Kürtçe grameri- kurmancî lehçesi" hatim. Paşnavê wî bala min kişand û hat hişê min ku hevalek mina ji rihayê heye ku paşnavê wê jî badilli ye. Min got ka ez jê bipirsim vî camêrî dinasê yan na. Min jê pirsî got belê ez dinasim û ew camêr pismamê kalikê min bixwe ye. Û got ew pirtûk li mala me jî heye lê min qet nexwendiye. Min go çima gelo te nexwend? ev ne şerm e ji bo te ku kalikê te di wê dewra kes newêre bêje ez kurd im de rabûye xebatek ewqas pîroz kiriye û tu tenezil nakî devê pirtûka wî venakî lê nanêrî? Bersiva ku da min jî ev e: dibêje yav ziman, kurdîtî û welat xema kê ye, xema çend kurda ye? Ji sedî yekê kurda jî xema van mijaran nakişînin. Û dibêje ne hêja ne ku ez xwe biêşînîm. Û dîsa dibêje jixwe di rihayê de kesên wek kalikê min neman û nizanim çi û nizanim çi... |
|
23.07.2020 03:38 |
tûjo
|