Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [binnivîs vs dublaj] de;

12. Berê, dema ez zaro bûm li ser televîzyonên Kurmancî rêzefîlmek ku qala dîroka Korê a kevn dikir hebû û bi dûblaja Kurmancî dişûxilî lê bi Kurmancîya Bahdînan. Îca min zêde jê fêhm nedikir lê hengî kêfa min jê re dihat min tim di malê neqla wan dikir.
Tê bîra min gotinên wek "spas, ezbenî..." min pêşî ji wan bihîstibû. Li herêma me ji dêlava spas em piranî ya dibêjin malî ava yan jî dibêjin sax bi hwd. Û ji dêlava ezbenî jî gelemperî biwêja "ez xûlam" me bi kar dianî. Lê di van çend salan bi rastî jî guhertinek belloq di zimanê me de dixûyê ku dike ziman standartîze bibe. Hêvî dikim rojkê emê bigihên ku bi rastî zimanê me gihaye wê astê ku her çar alîyên welêt ji hev fêhm dikin û xwe ji hev bernadin....

Nîşe:
Wextî min qlakirina binnivîsê ji bîr kiriba lê li ber dilê min jî ger Kurmancîya kesên ku deng didin wan fîlman ne baş bi û ne xwedî dengek qarîzmatîk bin fîlmên bi dûblaj poşmanî ye. Wekî din pir caran ji qewla nivîskarê li jor:
Binnivîs>>>>Dûblaj



08.08.2021 15:04 | pîroz