Tirşik - Profîl
tirşik-profîla navîgiranmezelîwêran

profîla "navîgiranmezelîwêran"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qimil] de;

4. Kêzika ku dikeve nav genim û cê hebên wan dixwin , wextê berê ewqas pir bûye û xela li milet aniye ji aliye genim ve. Hikûmetê gotiye kom bikin bînin bi pera ji xelq ew kêzikê girtiye.

Li ser ew kêzikê sitran jî heye:








Ev jî gotinên sitranê:


Îsal jî tene nehat qimil qimil qimilo

Qimil xwar û dawî hat haho ji destê qimilo

Zar û zêç tev birçî man qimil qimil qimilo

Xela bi serme da hat haho ji destê qimilo

Hat qimil li rojhilat qimil qimil qimilo

Genim xwar û dawî hat haho ji destê qimilo

Min xwestî bûk zava bin qimil qimil qimilo

Qelenê bûkê der nehat haho ji destê qimilo

Hemedwêrî ber bi baye qimil qimil qimilo

Qimil hate bi refaye haho ji destê qimilo

Tev de li genim bela bûn qimil qimil qimilo

Genim xwarin ma kaye ha ho ji destê qimilo

Wî lo apo lo kokimo wî de apo lo pişt xaro

Wî lo apo Hemedwêrî lo ber bi baye

Ê de qimil hate lo bi refaye

Wî de genim xwarî lo mayi kaye

Were apo wê çawa bi halê me lo feqîraye



11.04.2021 13:02 ~13:04 | navîgiranmezelîwêran