1. Qenalekî li youtube e. Armanca qenalê eşkere kirina stranên ku gotin an jî awazên wan ji stranên kurdî hatine girtin û wek navê qenalê jî diyar dibe ku îdda dikin ku hemû ji stranên kurdî hatine "dizîn". Ji bo her îddaya hûnermendekî vîdyokî çêkirine heta ji bo hin hunermendan vîdyok tenê têr nehatiye û 2-3 vîdyo çêkirine. Lê vîdyoyên kevn da hinek caran ên ku tevlihev çêkirine jî hene. Lîste pir tijî ye. Min hez dikir ez ji bo hemûyan yek bi yek mijarên cûda wekim ji ber ku her yek ji hev balkêştir e, minak bidim; him Kazancı Bedih heye him Abdurrahman Önül heye him İzzet Altınmeşe heye, lê wê demê ê zehf tevlihev bûya. Ez lînkên vîdyoyan datînim vir û ku hewce bibe paşê mijar bi mijar jî em dikarin paşê vekin. Şîroveya min ji bo vê yekê, gelekê stran xuya dike ku ji kurdî hatiye girtin lê ez nikarim ji bo hemûyan heman tiştî bêjim. Piraniya van hunermandan kurd in, lê ev hilgirtin ji ber ku xizmeta zimanê tirkî dike ez dibêjim biryara danîna wan li lîstê cih de ye. Ne ev tenê ne. Gelekê stranên kurdî jî ser navê tirkmenên li kirkûkê hatiye girtin. Stranên soranî jî bi vî rêyî gelek hatiye girtin. Ger hûn rojeke rêzê de trt radyo türkü vekin hûn ê bibînin ku gelek stranên parêzgehên ûrfa, diyarbekir (taybetî jî navenda amedê), xarpêt, wan hwd. bibînin. Hûn ê bibînin ku awazên wan türküyan çawa dişibe stranên me, heta li hineka gotin raste rast were vergerandin wek hev xuya dike. Hewceye em xebatên baş yek bi yek wana îsbat bikin. Îddayek e ku min çend lêkorîneran bihîstiye ku dibêjin dewlet çend karmendan tenê ji bo vê şandiye û nêzî 600 stran bi navê "türkmen türküsü" ketiye nav arşîva trt. Songül Karlı (6): vîdyoyê veke Küçük Emrah (12): vîdyoyê veke Ceylan (16): vîdyoyê veke Kazancı Bedih (9): vîdyoyê veke Mahsun Kırmızıgül (10): vîdyoyê veke İzzet Altınmeşe 2 (13): vîdyoyê veke İzzet Altınmeşe 1 (13): vîdyoyê veke İbrahim Tatlıses 2 (12): vîdyoyê veke İbrahim Tatlıses 1 (12): vîdyoyê veke Celal Güzelses (7): vîdyoyê veke Burhan Çaçan (19): vîdyoyê veke Abdurrahman Önül (10): vîdyoyê veke Neşet Ertaş (2): vîdyoyê veke Vîdyoyên bi stranan hatî hilbijartin: 7 stranên tevlihev: vîdyoyê veke Mûrad Hesenzade-Delalê (hepimiz kardeşiz): vîdyoyê veke Rênçber Ezîz-Ziravê (karpuz kes de yiyelim): vîdyoyê veke Hesen Cizîrî-keçkê (evlerinin önü yonca): vîdyoyê veke Mamlê-Ser le ser anî (sarı gelin): vîdyoyê veke Koçer Hacî an jî Koma Dengê Qamişlo(?)-Lê lê Dayê (ölürüm türkiyem): vîdyoyê veke Hesen Zîrek-Ciwanî ciwanî (bir dalda iki keklik): vîdyoyê veke Hesen Zîrek-ey niştîman (ankaranın taşına bak): vîdyoyê veke Rustemê îsko-min te dîtibû (Gönül Dağı): vîdyoyê veke Gorany Behar-şahiya stranan 3 (ada sahilleri): vîdyoyê veke |
|
25.06.2022 19:35 ~2023.04.03 20:24 |
pêşewa
|