Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pêşewa

profîla "pêşewa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îbrahîm rojhilat] de;

1. Stranbêjekî kurdî ye. Sala 1969 da li Bazîdê hatiye dinê û perwerdehiya xwe ya sereteyî xilas kiriye. Li Stenbolê li nav navenda çanda mezopotamya dest bi xebatên xwe yî muzîkê kiriye û paşê bi hevalên xwe re (bnr: koma rojhilat) ava kiriye. Piştî demekî xebatên xwe tenê domandiye. Sala 2001 da derbasî hemwelatiya Awistiryayê bûye. Him stranên gelêrî him jî stranên bixwe nivîsî gotiye, xeynî van stranên wek esmer eman bi şîroveyekî nû gotiye.
Klîba strana wî ya hêvî wek kurtefîlmekî ye û kesên li xerîbiyê pir xemgîn dike.




Nikarim dûr bifirim
Ava deryan bibirim
Li ser lat û zinaran
Sitranê xwe biqêrim

Destên me wê bibin bask
Emê bifirin herin
Welatê xwe vegerin
Welatê xweş û bihuşt

Dibînim xewnê şeva
Hesreta li ber çava
Dixwazim te bibînim
Welatê gulşîlana

Destê me wê bibin bask
Emê bifirin herin
Welatê xwe vegerin
Welatê xweş û bihuşt



18.11.2023 13:48 | pêşewa