Tirşik - Profîl
tirşik-profîla blabla

profîla "blabla"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirtûkên biyanî yên ku ji tirkî hatine wergerandin] de;

1.

biyanî di wateyê ne tirkî ne kurdî de ye. dibe ku bivê were guhertin.


mînakê vê tiştê ye ku di zanîsta wergêriyê de wek "wergera ji zimanê duyemîn(navberîn)" tê zanîn. di nav kesên têkildarî wergêriyê de wek tiştek gelek xirab tê nasîn. sedema vê nizanibim jî bi min problemek lê nîn e. wisa nebûya jî xwendekar tênagihîştin ku mesele çi ye. ger ku em bibêjin di pirtûk, stran û helbestan de hin xêzan hene ku bi tenêka di zimanê esil de têne tehmkirin, ewê bêeleqe bibe ji ber ku jixwe ew xêzan bi dîrekt bihatana wergerandin jî wenda bibûna. wisa difîkirim ku wergera yekemîn xurt û bê şîrove yê duyemîn jî sexlam be, problem çênabe.
tenê tişta ku min ditirsîne bandora fenomen a bi tirkî fikirîn û bi kurdî gotin e. ji ber ku hem xwendekar hem jî wergêr baş tirkî dizanin û ger ku wergêr bi kurdiyek xurt û qasî guran hişyar nebe mixabin dibe ku em dikarin qalibên tirkî yên bi rengê peyvên kurdî bibînin.



25.11.2023 17:36 | blabla