Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nifirên kurdî] de;

212. Rabê nifirên kurdî Qijika Reş e.
Nifirên wî hem wekî rimekê dikevin dilê muxetebên nifiran, hem jî tê de kûrahiyeke feylesofî heye. Nizanim ji ku peyda dike.: çdçdçdçdç.

Wekî din jî em nifiran re li devera xwe( Nordiza Wanê) dibêjin; (nifîn).
Û li devera me nifirên wiha hene;
- Hey topa xwedê li te bikeve!,
- Hey tu ji canê xwe qenciyê nebînî!,
- Çavên te bila roniyê nebînin!,
- Hey pişta te bişkê!,
- Hey xwedê ji te bipirse!
-bila mêlaka(cergê) te ji devê te bê!
- Hey bê zuryet bimînî!
Ev qas têne bîra min lê gelek in. Divêt xebateke berfireh ji bo tevahiya van nifirên li hemû deran heyî bête kirin.



24 roj berê 00:31 ~00:39 | bayê xerbî