Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sexî] de;

6. Li ba me ji kesên êmin, di halê xwe da, bê deng, yê/ya gorî pergalê tevdigere, ne anarşîst re têt gotin. Tenê ji bo mirovan na ji bo ajalan jî têt bikar anîn. Min zû da bikar na anî bû, bawer dikim min li vir nedîta nadihat hişê min ku di devoka me da peyvek wiha heye, tiştek ne erênî ew ku gava mirov ji kesên ku devoka mirovî diaxivin dûr dikeve û piranî zimanek din û Kurdîya yekgirtî bikar tîne peyvên di devoka xwe de ji bîr dike. Vê dibêjim çimkî gava bi malabata xwe re bi telefonê diaxivim bi rastî jî zehmetiyê dikêşim, peyv nayên bîra min, bilêvkirina min gorî devoka min nîne ji ber vê jî yên malbatê hinek caran bi zor min fam dikin, an jî gorî mantiqa zimanê Tirkî hevokan saz dikim.. ev hemû bandorê li zimanên mirov dikin divêt mirov him devoka xwe him jî zimanê xwe yê yekgirtî û zimanên din ên mirov dizane bi çalakî bikar bîne jibo şiyana mirov ya axaftinê kêm nebe û bikare awayekî serûber têkiliyên xwe pêk bîne.



13.01.2023 09:05 ~09:08 | bayê xerbî