Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [levent gültekin] de;

8. Îro li ser kanala xwe ya youtube'ê vîdeoyeke gelek seyr belav kiriye, tê da dibêje; kurd têne xapandin ji aliyê Israîlê û Emrîkayê ve, hedefa Îsraîlê xaka pîroz e ji bo vê jî Kurdan bikar tînin. Dema karê xwe xilas kirin, dê ji Kurdan re bêjin; me ev xak ji bo xwe rizgar kir, ne ji bo we, bimînin, gerin, keyfê bikin lê ji we re dewlet filan tuneye.
Welhasil Kurdan wekî xwe ker dihesibîne, manqûrt û dewşirmeyê bêbinyad. Xwezî min bîrkariya jê te bêjim; ferqa vê pêşbînîya te û rewşa kurd ku niha tê de ne, çi ye?

Wekî din jî behsa plansazîya mezin a rojhilata navîn dikir, digot; hember Îranê dê şereke mezin bê destpêkirin vê gavê planên wê têne kirin, çawa ku Iraq û Sûriye parçe bû dê wisa li Îranê jî bê, di taliyê de dê dor were Tirkîyê, dê heman tişt bibin qedera Tirkîyê. Vê gavê hemû aktor pozîsyona xwe diyar dikin an jî li ser pozîsyona xwe ya muhtemel difikirin. Lê illeh dê ev şer dest pê bike û em nikarin vê qederê biguherînin çimkî gelek dereg e. (Amîn!)

Di derbarê gotinên şaredarên Amedê jî axivî û got;biryara şaredaran a di tabelayên kurdî de kêmkirina bacê, Nazdarî û xwenezanî ye, resmen ji desthilatiyê re dibêjin werin qeyimî ser şaredariya me terxan bikin.



14 roj berê 00:13 ~00:12 | bayê xerbî