Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirkî gorî kurdiyê zimanekî pir kêm e] de;

13. Bi min pîvaneke vê ya zanistî tuneye, her zimanî gorî xwe taybetî yên xwe hene. Di hinek mijaran de ji zimanên din çêtir in, di hinek mijaran de xirab. Yanî ev kêm bûn an jî zêdetir bûna zimanekî ji zimanên din di çi warî de ye? Hejmara axivêran? Gotarên di wî zimanî de hatine nivîsîn? Berhemên edebî yên wî zimanî? Hejmara peyvên wî zimanî? Hejmara biwêjên wî zimanî? Hejmara helbestên wî zimanî? Xwerû bûna wî zimanî? Pîvan çi ye,Ji we re bêjim? Bi min eger mezintirîn 5 kompaniyên cîhanî bi zimanê we kar bikin û li ser dinyayê qasî pênc milyar axiverên zimanê we hebin û di nava doşekên xwe de jî bi zimanê we axivîn, zimanê we zimanê herî dewlemend e. Lê ev nêrîna min a takekesî ye. Yanî gava hûn ji Amedê derketin û çûna nava Londonê û we karî bi nîştecihên li wir re kurdî axivî wê demê Kurdî dibe dewlemendtirîn û baştirîn û çaktirîn zimanê dinyayê. Wekî din em bêyî pîvanan eger bêjin nizanim kurdî ji vî û vî zimanî dewlemendtir e, ev yek dibe nêrîn û ramana takekesî û mirov dikare bi wê tiştê dilê xwe yê biçûk têr û tijî bike û hew.**



13.03.2023 20:02 | bayê xerbî