Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mar benyamin şemûn] de;

1. Patrîkê Dêra nastûriyan yê gundê qoçanisê bû.
Di sala 1887ê ji dayik bû û di sala 1918 bi destê Simkoyê Şikakî hate kuştin.
Gelek li sebeba kuştina wî geriyam lê min egereke aqilane nedît, ecêb çima Simko ew kuştiye.!
Çîroka kuştina wî jî wiha ye;
16 adara sala 1918ê
Mar şemûn ji Simko nameyekê werdigre, di nameyê de dibêje; "ez dixwazin di derbarê aştiya di navbeyna me da, hevdîtinê bikim". Û ji bo hevdîtinê jî gazî dike ku were bajarê Konîyê (lê nizanim ku der e) Mar şemûn û çend efserên Rûs bi hev ra diçin wir, Simko pêşwaziya wan dike, li malekê da di derbarê meseleyan da diaixivin. Simko dibêje;
"armanca me dijminatiya Îranê û dagirkirina erdê we nîn e, em divên xwe ji êrîşên Osmaniyan biparêzin", mar şemûn jî ji van gotinan xweşhal dibe. Dema mar şemûn radibe Simko heta derî li gel diçe û li ber derê destê wî jî maç dike, piştî ku şemûn erebeya xwe a hespîn siwar dibe, leşkerên Simko erebeya mar şemûn û leşkerên ku wî diparêzin didin ber guleyan, mar şemûn dimire û gelek leşkerên li wî dimirin an jî birîndar dibin.
Nîşe; Qoçanis gundeke Colemêrgê ye.
Klîpeke di derbarê Qoçanisê de;



31 roj berê 16:41 ~16:48 | bayê xerbî