Tirşik - Profîl
tirşik-profîla horhorik

profîla "horhorik"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdistan24 belgefîlm] de;

1. Ji aliyê saziya medyayî ya Kurdistan24ê ve, kanaleke belgefîlmî ku dê 24 saetan weşanê bike, tê vekirin.Bi rastî, çend caran min xwest ez vê binivîsim lê ji bîr dikim.

Rêvebirê Belgefîlma Kurdistan24 an dibêje:
"Valabûna sînemayê bi giştî û bi taybetî jî fîlmên belgefîlmî, di cîhana medyaya kurdî de gelekî diyar dibe. Ji ber vê yekê ji bo dagirtina vê valahiyê em dixwazin belgefîlmên bi kalîte bigihînin her maleke kurd.".

Rêvebirê kanala belgefîlman a k24ê got, ew hewl didin hemû belgefîlmên ku di dirêjahiya dîrokê de li ser gelê kurd hatine çêkirin bînin ba hev û arşîveke baş ji belgefîlmên kurdî re çêbikin. Hate diyarkirin ku her kesê ku di dema borî de li ser belgefîlman bi Kurdistan24 belgefîlm re kar kiriye, dikare têkilî û belgefîlman bişîne.

Nizanim kengê dê vebe, lê ew nûçeyek baş e.
Here lînkê



07.04.2023 20:35 ~20:41 | horhorik