Tirşik - Profîl
tirşik-profîla horhorik

profîla "horhorik"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kesên ku dema xwe li ser instagramê derbas dikin] de;

1. çalakiya ku ez fêm nakim. Bi rastî, min zêde guh neda, lê dema min birayê xwe wisa dît, ez li ser fikirîm. Hesabek min a Instagram heye û ez jî wê bikar tînim lê ne zêde. hevalên min ji sibê heta êvarê çîrokan diweşînin, ev çîrok ji bo çi ne? û wan jî tiştek bi navê reels derxistin. Te dikişîne hundir û te jehrî dike. hûn carekê dakêşînin, paşê hûn meraq dikin, hûn dîsa dakêşin. Bi vî awayî hûn demjimêrên xwe derbas dikin.
Hûn ji xwe û yên din re tiştên baş nakin. Ev jî baweriya we ya bi nîgaşên we dihejîne. Ez li hevalên xwe dinêrim, ew hemû tiryak in. Ez salê 1 çîrok diweşînim, ew her roj diweşînin.

Li şûna wê çi dikare were kirin?
-dîroka xwe lêkolîn bikin.
-blogek binivîsin.
-hwd.

Hûn dikarin werin û ji min re bêjin ku "hûn di tirşikê de pir çalak in" lebê, tiştên wek parvekirina agahî li vir tên kirin. Bi vî awayî min kurdiya xwe hîn zêdetir pêş xist.



08.04.2023 22:31 | horhorik