Tirşik - Profîl
tirşik-profîla horhorik

profîla "horhorik"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [leyla îşxan] de;

15. Leyla Îşxan Aslannova-Ankosî keça rojnamevan û rojhilatnasê kurd Îşxanê Aslan Ankosî ye. Li Ermenîstanê hatiye dinê, li Rûsyayê doktorî xwendiye û li Almanyayê doktorî kiriye.

Dibe ku ew yekane kesê ku dema ku stranan dibêje jî kenê wê bedew e.

Hevpeyvînek:

"ez leyla îşxan aslanova ankosî, di 13'ê cotmeha 1974'an de, li ermenistanê, li bajarê yerîwanê (rewanê) hatime cîhanê. bavê min îşxanê aslan ankosî rojnameger û rojhilatzan e. gelek salan karê dîplomasiya yekitiya sovyet, îran û afganistanê kiriye.

24 salan li radyoya rewanê di beşa kurdî û televizyona ermenîstanê ya netewî de wek rojnemeger kar kiriye. dayika min lûsika huseyin ankosî di dibistana gundê elegezê de mamosteya zimanê kurdî û ermenî bûye. lê di sala 1980'î de li radyoya rewanê axaftinên kurdî kiriye. ez, xwişka min nazê û almast, birayê me reşîd di malbateke welatparêz û kurdperwer de mezin bûne. ji xeynî dibistanê, her wisa me xwişk û bira, koleja muzîka navendî, beşa fortêpiyanoyê xwendiye. rast e, me dibistana zimanê rûsî xwendiye, lê zimanê malbata me kurdî bûye. bavê me digot ji bo zanebûna zimanê dayikê divê em timî stranên kurdî guhdarî bikin. ji ber bikin û bistrên. bi vî awayî me zimanê dayika xwe ji bîr nekir, lê pê re me ji muzîka neteweya xwe hez kir, kurdayetî kete nava ruhê me û bû pareke jiyana me..."



11.01.2024 22:07 | horhorik