Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çaya germ

profîla "çaya germ"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan] de;

3. Ew nefret di wan salên dawî de gihiştiye asteke bilind. Ên ku penaberan nas dikin jî dikarin xwedî nefret bin ên ku qet nasnekiribin jî dikarin xwedi nefeet bin. Ew nefreta ku li tirkiyeyê her ku diçe zêdetir dibe xwe dispêre hin mijaran;

1) ew kes dibêjin ji ber penaberan em ji aliyê aborî ve zehmetiyan dikişînin ger bi milyonan penaber ji nişka ve werin derkirin him ê welatiyên bêkar,bêşixul bikevine dewsa wan him jî pereye ku dewlet bo alikariyê bide wan xerc dike ê ji me re bimîne.

2) ger penaber bên derkirin êdî jin ê li tirkiyeyê rihet û azad bibin. Tacîz, destdirêjiya cinsî, tundî ew ê zêde kêm bibin. Bi rihetî ê dikaribin derkevin, bigerin û bikenin.

3) ji aliyê çandê we em ji hev cuda ne. Tu caran penaber entegreyî me nabin û ew ê tim pirsgirêkan derxin holê.





13 roj berê 12:41 ~12:46 | çaya germ