Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çaya germ

profîla "çaya germ"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [teknesyûm] de;

1. Elementeke metalî û çêkirî ye. Sembola wê tc ye.ulkucu hêrsbûn tc tune ye teknesyûm heye

Li xwezayê ji ber xwe tune ye, divabe reaksîyonên nukleerî pêk werin û di encamê de teknesyûm derkeve holê.
Sala 1937'an ji aliyê carlo perrîer û emîlîo segrè ve hatiye vedîtin. Teknesyûm yekem elementa çêkirî ye. Jixwe navê wê jî bi yewnaniya kevn e û tê wateya çêkirî yê.

Ji ber ku ew elementek radyoaktîf e, divê kes pê re nekeve temasê.

Niha zêdetirîn di tibba nukleer de tê bikar anîn. Îzotopa wê tc99 di tibba nukleer de radyonûklîda herî zêde navdar e.

Teknesyûm bi rêya demaran iv tê dayîn. Ev teknesyûm diçe û xwe bi raçînkan digire. Dûvre ji teknesyûmê pertavên gamayê belav dibin ku ew jî bi amûrên teknolojîk veduguherine dîmenên sîntîgrafîk ên lebat û raçînkan.Bijîşk bi vî awayî hewl didin ku nexweşiyan teşhîs bikin.



19.02.2024 12:23 ~13:09 | çaya germ