Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çaya germ

profîla "çaya germ"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [quran] de;

12. Nivîskarê ku gotiyê ji aliyê pêxember ve hatiyê nivîsîn xwezil bi berfirehî ji me re vegota Da ku fikra wî baş bihata fêm kirin.

Bi xwe ez miroveke ne dîndar im, hin gumanên min jî hene lê hê jî ez bi rehetî nikarim bibêjim tiştekî. Dibe ku ew rewş ji ber tirsa min be, nizanim. Erê fikirîn û axivîn rehet e lê qet jê îmannekirin ne rehet e.

Der heqê quranê de Du pirsên min ên sereke hene:

Yek jê; dema quran daket ewqas xerabî, neheqî û zilm, zordqrî hebû lê quranê di ayetên xweyî pêşîn de çima cih nedaye wan û çûye bi ebû cehilî re ketiye nav cir û miqeresîyê?

Ya din; quran çima îbadetên sereke (nimêj, rojî, hec hwd.) bi awayekî zelal venegotiye? Hiştiye ku bi dehan cureyan werin pênase kirin



11 roj berê 20:38 ~20:39 | çaya germ