Tirşik - Profîl
tirşik-profîla shorbevan

profîla "shorbevan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [baran barî] de;

6. Navê stranbêjeke, bi strandina kurtestran(mashup)ên kurdî hat naskirin an tê naskirin belavbûna navê wî wekî (bnr: serbang emrah) ne bi bandor be jî nav û dengê wî jî têra xwe heye û hêjaye meriv jibûna wî peyamek li tirşikê zêdebike.



05.06.2020 21:06 | shorbevan

3. strana ku Şivan perwer jibû wê xweş li tembûrê daye, kêfa min ji melodiya wîre hat dibe jiber ku ez miqamê vê stranê tenê dikarim bi tembûrê bidim gotin bimin xweş hat *

gotinên stranê jî ev ;



Baran barî Gulê Gulê tene tene

Vana rêçên were Gulê min û tene

De bilezin Gulê Gulê zû bimeşin

Rojên giran were Gulê li benda mene

Baran barî Gulê Gulê hûr hûr lê kir

Gul û sosin were Gulê rengê xwe vekir

Çiya û zozan Gulê Gulê tev xemilîn

Kanî û rûbar were Gulê tev de derkir

Baran barî Gulê Gulê her der xweş kir

Dar û zevî were Gulê tev de geş kir

Tu ciwanî Gulê Gulê pir delalî

Dilê fêsad Gulê Gulê te pir reş kir

Tu ciwanî Gulê Gulê pir bedewî

Dilê nerinda Gulê derda reş kir



15.07.2016 22:24 ~22:26 | shorbevan