Tirşik - Profîl
tirşik-profîla shorbevan

profîla "shorbevan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [saliho û nûrê] de;

4. saliho û nûrê/94805 ji pirsê vê peyamê jiber we kaxiz vala da hun di polêde man ji pirsên vê peyamêre bersiv, a yekem;
ger ez nûrê bûma ezê bêhtir qaşarbûma çi balîcan û xiyar hebûna Minê tov bikira.. henek henek minê bigota cehlim kotrom li Saliho û li heftsed bavê wî were ma jiminre mêr tunene *

a duyem ger ez salihobûma rewş diguherî wiha ne komedî bûya minê ne gota eferim, tabî ne di kuşte jî, min an wê berda an jî wekî tecawizekî bidîta bê dilê wê bûye lê ez ji ku zanibim belî nûrê gotibe bajoo, zûtir bajo... livir mijar belav dibe werhasil tiştek nedikir jiber kesên niyanê dîtibin zanin meriv bi niyanê nalewite niyan jiyane niyan pîroze tabî divê zêde şor nebe, meriv ne aktîf be jiber meriv bi niyanê dilewite jî nexweşîn.. filan û bêvan û shorbevan pêşî limin bigrin *



09.10.2016 21:58 | shorbevan

3. kurtasiya meselê saliho û Nurê li ser hev mirarin.., saliho jiber bûyerên siyasî muebet hebs dixwe, nurê jî ji bûna wî xelas bike her tiştî dike ji pîvazkirina baxçê mala bavê wê bigrin hetanî baxçeyê wê yê ku bi xiyar dike..
bi çi kul û halî saliho azad dike saliho jî dibêje jibûna tû min xelas bikî ne hewce bû tû herî dozger û dadgera berî ser xwe bidî.. demançê derdixe req berî serê nûrê dide, berî serê xwe jî dide nizanim lê gere berî serê xwe jî dabe...
werhasil xwendevanno lu ser vê meselê dû pirsên min yên we li hev sor bikin, bikin xweydanê hene
» ger hûn di cîhê nûrêde bûna we yê eynî tiştî bikira?
» ger hûn di cîhê salihode bûna weyê eynî tiştî bikira ?
wexta we dest pêkir qewet be jiwere



09.10.2016 18:17 | shorbevan

1. mesela wan kûr û dirêje... yê li ser wan ne stirîbe tunene belî ciwan haco jî li ser wan stran gotibe *..

gotinên versiyona eyşe şan strandiye ez bi hevoka ku stûr bidim nîşan ji kena mirim, ne straneka ku meriv bikene lê wê hevokê ketiye ser devê min jî *;

wey Saliho kurmam dilêminê ax behra wanê
de qayik û kelek(van)çiya kelekên xwe berdanê
sala îsal berê salihê kurmam dane hebsa diyarbekira şewitî sed û yek car îdam danê
eman eman eman saliho
eman eman eman mehkûmo
eman eman eman weznemînim yadê rebenê


wey saliho kurmam wezê baxçekê mala bavê xwe pîvazkim
ezê ava helal û heram tev lê rastkim
ezê zêrê serê xwe bifiroşim delalîkê dilê xwe ji hebsa diyarbekira reş xelaskim
eman eman eman saliho lo
eman eman eman mehkûmo lo
eman eman eman wez nemînim yadê rebenê


muzik;





08.10.2016 22:26 ~22:37 | shorbevan