Tirşik - Profîl
tirşik-profîla shorbevan

profîla "shorbevan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mencolê] de;

1. straneka bêxweyîye.. seîd gebarî bi xweyî kiriye gelek gelek xweşe strandiye enstrumana wî û kesê lêdide gelek pir xweş lêdide livir pêştir li tu der gohdar nekin stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin/94823 ;


ax lê delê lê, delê lê delê lê
ax lê delê lê, kinikê bismbitêlê
kinikê bismbitêlê, delalê diran bizêrê
delalê diran bizêrê, wey rebî mêrik nehêle
rebî merik nehêle, sebavê mêrkê te pîse
sebavê mêrkê te pîse, wek qeraşê ber sêlê
sing û berên te gewrin, mîna berfa zozana
cotê memika zerbûne bîna tiriyê rimêlê



hoy rebiyo tu bakî rakî, rebiyo tu bakî rakî
rebiyo tu bakî raki, tu vî ewrî ji hev belavkî
tu vî ewrî ji hev belavkî, tu keçika bi rizqê xortakî
tu keçika bi rizqê xortakî, tu pîra bi rizqê kalakî
gundême bi şahî, govend, dawet û dîlankî
jinebiya bi rizqê melakî *


ax lê delê lê, delê lê delê lê
ax lê mencolê, kinikê bi der û tolê
kinikê bi der û tolê, qîza ahmedkê polê
qîza ahmedkê polê, hesenê zivta golê
hesenê zivta golê, ez di bextê bavê teme
ez bextê bavê teme, tu tenê mere çolê
tu tenê mere çolê, lawikê gundê me harin
wê kinê bikin bin golê, wê fîstan daxin ser solê



11.10.2016 16:11 ~16:14 | shorbevan