Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şûşa dilî şikestî cebar nabe lêê] de;

18. Nivîskarê ku bi vê peyama xwe îtîrafên tirşikvanan/57640 a dilșewat dîse dilê min șewitandiye. Gelo niha çi dike, di çi halî de ye? Dîlan çi dike?
Xwezî di tirșikêde dîse xwe șanî me dabâne. Lê ez fêm dikim ku ti mirov di bin vî navî de nikare bijî (şûşa dilî şikestî cebar nabe lêê) . Navekî pir giran e ku mirov melankolîk dike. Helbet hinek miriyên ser pîyan jî hene, ne saxin ne mirî.

Dibe ku çûbê wê devera kû destûra dîlanê nedayî.

Divê mirov rêzê ji qedera xwe re bigirê wê qebûl bike. Ceza jî, xelat jî divê didestê mirov de bibin rêberê restî û heqîqetê, ne kul û derd û xirabî.


Hêvî dikim ku ew jî, dîlan jî di nav xêr û xweșiyê de bin.

Bi navekî dî jî be, dîse vegere tirșikê. Pariyet nan di nav tirșikê de bike loo.



17.12.2016 16:17 ~16:21 | gumgumok

16. Nivîskarê ku bi tevahî 22 roja weke nivîskarekî tirşik bikar anîye. 18 peyam nivîsandiye. Bi zimanekî şêrîn û herikbar.



îtîrafên tirşikvanan/57640 ev îtîrafa wî heta talî min xwend . Birastî jî perengik ji dilê xwe avête dilê min jî. Çiqa ku sûcdar jî be û ev şewata dil heq kiribê jî , dîse Dilê min pê şewitî .




Ya rastî bi destê xwe û bi rizaya xwe ev rê neqandiye , loma divê dil pê neşewitê lê mixabin, ev jî kêmasîya me ye.



01.05.2016 01:39 ~01:40 | gumgumok