Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çillek] de;

9. Peyva ku ev hatira anî bîra min:

Ez miriyê qawîtê bûm. Favoriya zarokatiya min bû qawît. Em çend zarokên hûr bûn.

Rojekê ez û çend hevalên xwe li mala xaltîka zeynebê bûn. Xaltîka zeynebê qawît çêkir. Bêhna wê çiqa xweș bû. Bi wî dengê zirav Got "zarokno werin bixwin". Zerokên xaltîka zeynebê ketine ser qawîtê, bakire me jî. Hevalên min çûne ser qawîtê û wan jî dixwar. Ez neçûme xwarinê. Dîse bangkire min, dîse ez neçûm. Di dilê xwe de min got Xwezî dîse bakê min. Dîse bakire min, dîse ez neçûm. Ji bo ku ciya gotibû min li malên xelkê xwarinê nexwe, eyb e. Hemû zarok û mezinan ew qawît dixwarin, marê min diçû ser lê eyb bû, min nedixwar.

Em zarok çiqa feqîr bûn, gunihê reșê!

(bnr: nefîsok)
(bnr: çilorîk)
(bnr: çilek)



01.02.2017 19:30 | gumgumok