Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [keça perî] de;

3. Helbesta bro omerî ye. Bi zimanekî zelal û delal hatiye nivîsîn ji bo wilo dibe ku Zarokek jî,evîndarek jî , pîr û canek jî ji vê helbestê hez bike. Weke helbestên malayê cizîrî , xwedî bandor e.

Destxweş bro omerî,



Bi dengê rêşad sorgul









Keça Peri wa da derî

Hiş çû ji serî, wexta seher

Digeriya, li her çiya

Keçperiya, bi bask û per.



Gula zinar, derket ji xar

Min nû dît yar, bi tac û dar

Lêvên şîrîn, bûm har û dîn

Kirim bê vîn, işqa dîlber



Çav kil dida, perde hilda

Heyv li çarda, şev ronî da

Çavxezalê, camzelalê

B’ava xemrê, hiş bir ji ser



Por li ser mil, kezî bi gul

Tîr avêt dil, dil bûye kul

Keça ciwan, lêv erxewan

Ji gewheran, taca li ser



27.04.2016 16:01 ~16:04 | gumgumok