Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [boş] de;

6. 1. Peyveke zehf şêrîn e. Ji bo îfadekirina geşbûn,zêdebûn û piratîya ava herikî anjê baranê tê bikaranîn. Bila heya we jê hebe ku tevger nebe ev peyv nayê bikaranîn . Gola Wanê , ava di gumgum de û ba ne boş e. Av biherikê jî heke kêm be ne boş e.

Mînak : ji çemê boş zarok nikarîbû derbas bibe.

Piştî reqreqa berqân baraneke boş hat. Bû şirşira baranê.

Tê bîra min, Biçûcikayî me li ber çemekî boş bacanên sor, şebeş û petîx dixwarin. Ji bo wilo Te'ma petîx , şebeş û bacanên sor û bêhna giyayê şîn ji vê peyvê tê ber zimanê min. *



2. Boş : vala. Mînak : qunçala boş, ji avê hatê dagirtin.

3. Boş : bilêvkirina boschê

4. Boş : tiştên , xelkèn ku bi kêr nayên. Mînak : xwendiye , mixabin însanekî boş e.





28.03.2016 20:49 ~21:03 | gumgumok