Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bîranînên sunetiyê] de;

10. Ez biçûk bûm. Weke xewnekê tê bîra min. Xaniyê me kerpîçî bû. Safane çîtikî bûn. şêxik li cem min bû. Li dora min çend mirov hebûn . Hinek jin, hinek mêr. Li min dimeyzandin. Min bîra sinetkirinê jî nedibir.

Serê min tewandî bû, şêxik li dawa min dinêrî, min jî li dawa xwe dinêrî. Min meraq dikir û gelo wê çi bike ji min *

Yekî bi tiliya xwe qurçika safane nîşan da û got:
Meyzê meyzê , wa mişkek e !

Min bawer nekir û nenêrî.

Dido yên dî jî li anîşkê nêrîn û eynî gotin:
Meyzê meyzê, wa mişkek e.

(Erê yabo, ma mişk li banî çi dikin) *

Dîse min bawer nekir. Lê vê carê bi psîkolojiya kerî (sürü psikolojisi) min serê xwe rakir meyzand. Û hew tê bîra min. Lê ji hingî ve parçeyek ji min kêm e *



04.01.2018 23:36 | gumgumok