Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bêhnok] de;

2. Nîşaneke ku Di nava hevokê de cihê ku mirov bêhna xwe vedide nîşan dide.

1. Dikeve nav du peyvên hempeywir

Mînak : xanîyê xirabe bûye xanîyê mişk, cird, mar û kêzikan.



2. Di nav hevokên hevdudanî de komekan ji hevokên serbixwe cuda dike.

Mînak : Heke xîret û hêvî hebe , mirov nezîktirî armancê ye.



3. hêmaneke hevokê ji hêmanên din cuda dike.

Mînak: Kuro neqenco , de bimeşe here.

Li ber çemê boş , şivên pez mexilandibû .



4. Di hejmarên şikestî de xaneyên pey sifirê bi bêhnokè tên veqetandin.

Mînak : 7,5 heft û nîv ( heft bêhnok du)

0,25 çarîyek ( sifir bêhnok bist û pênc)



5. Di nav hevokê de Piştî erêkirinê , redkirinê tê bikaranîn.

Mînak : De başe serhişko, bila weke te be.

Na wele,ez qebûl nakim

Erê erê xayînê, ma te bi wan çavên mîna zeryayê ez ne xwniqandim.



6. Piştî peyvên xitabetê tê bikaranîn.

Mînak : Gelî gundîno, bila herkes were camîyê.

Xwişka delal, ti çi dike?



7. Di daxwaznameyan de piştî navê sazîyê bêhnok tê.

Mînak : Ji Gerînendeyê Tirşikê re, .....

Ji Şaredariya Bajarê Gîresûnê re, .....







28.03.2016 17:27 | gumgumok